Di derbarê êrîşa destdirêjî ya li ser keçikekê ya li Mêrdînê ku ji alîyê 2 hevsalên wê ve pêk hatibû, serlêdana sûcê hat kirin.
Di derbarê êrîşa destdirêjî ya li ser keçikekê ya li Mêrdînê ku ji alîyê 2 hevsalên wê ve pêk hatibû, serlêdana sûcê hat kirin.
Hate dîyarkirin ku dîmenên destdirêjîyê li ser medyaya civakî jî hatine belavkirin. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê, ji ber êrîşa destdirêjî ya li hemberê keçika 16 salî, li Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê, serlêdana sûcê kir. Baroya Mêrdînê di derbarê bûyerê de agahîyên berfireh da Serdozgerîyê û xwest ku di çarçoveya qanûnên têkildar de lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin.