Amedspor derbarê qedexeya alîgiran a di qada xwe de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ji alîyê Lijneya Ewlehîya Bajêr a Amedê ji bo maça Amedspor-Bûrsasporê ku wê 25’ê îlonê ya 2022’yan de li Stada Amedê bê lîstin biryara qedexeya alîgirên Bûrsaporê hat danîn. Daxuyanî wiha dewam kir: “Bi salan e kuluba me rastê qedexeyên deplasmanê tên. Em li dijî biryarên qedexeya alîgiran dengê xwe berz dikin û dibêjin ‘Deplasman maf e û nikare bê astengkirin.”