Ji herêma 13 mîlyon û nîv însan lê dijîn, ji ber erdhêjên navenda wê Mereş bû, li 11 bajaran bû sedema wêranîyeke mezin, hejmara kesên ji herêmê koç kirine gîhaştîye ber 2 mîlyon kesan.
Ji herêma 13 mîlyon û nîv însan lê dijîn, ji ber erdhêjên navenda wê Mereş bû, li 11 bajaran bû sedema wêranîyeke mezin, hejmara kesên ji herêmê koç kirine gîhaştîye ber 2 mîlyon kesan.
Hejmara kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane jî, li gor daxuyanîya do ji AFADê hatibû dayîn, 45 hezar û 89 kes in. Li gor nûçeya Aydin Hasan ê ji rojnameya Milliyetê, bi tevlê kesên ji herêmê hatine tehlîye kirin û kesên bi derfetên xwe ji herêmê koçê bajarên din kirin û serî li qeymeqamtî û walîtîyê dane, hejmara wan dîyar bû. Li gor daneyên fermî mîlyonek û 971 hezar û 589 kes ji herêmên erdhejê koçî bajarên din kirin. Li gor pisporan bi tevlê kesên hêj qeyda xwe çênekirine, ev hejmar bi 2 mîlyonî ketîye.