Iraq, Cejna Hecê ya Êzidîyan bi fermî nas kir. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê di dema cejnê de 8 roj betlaneya fermî hat ragihandin.
Iraq, Cejna Hecê ya Êzidîyan bi fermî nas kir. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê di dema cejnê de 8 roj betlaneya fermî hat ragihandin.
Li gor daxuyanîya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civîna Encumena Wezîran de biryar hat dayîn ku Cejna Hecê ya Êzidîyan weke betlaneya fermî were qebûlkirin û di navbera 6-14ê Cotmehê de dema cejn her sal tê pîroz kirin, wê bibe betlaneya giştî.
Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13’ê Cotmehê de li Perestgeha Laleşê ya ku ji ber bawerîya wan pîroz tê dîtin, Cejna Kombûna Mezin a mezintirîn cejna hecê pîroz dikin. Her sal bi hezaran Êzidî ji bajarên din ên Kurdistanê û welatên curbecur ên cîhanê beşdarê cejna Hecê dibin.