Li Amedê xebatên hilweşandina avahîyan a bi kontrol yên ku berdewam dikin, xwegîhandin û hatinûçûnê asteng dike.
Li Amedê xebatên hilweşandina avahîyan a bi kontrol yên ku berdewam dikin, xwegîhandin û hatinûçûnê asteng dike.
Piştê erdhêja 6'ê Sibatê, ji ber xebatên hilweşînê yên ku di avahîyên bi xisar de hat destpêkirin, rawestgehên otobus û mînîbusên hatinûçûnê yên nav bajêr jî diguherin. Ji ber ku rewşa rê nayê ragihandin, hemwelatî ji kar û xebatên xwe dereng dimîne.
Li ser rêyan qelebalixîyên mezin çêdibin. Welatîyan daxwaz kirin ku ji ber hilweşîna avahîyan derbarê rewşa rêyên girtî de divê agahî zû bên belav kirin.