HEVSEROKA HDP'Ê YA TAXA ELEBAN MÛZEYYEN ÎNAN Û KURÊ WÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Şirnexê de, li Taxa Eleban a Navçeya Hezexê, bi ser avahîya HDP’ê û mala Hevseroka HDP’ê ya Taxa Eleban Mûzeyyen Înan de girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Şirnexê de, li Taxa Eleban a Navçeya Hezexê, bi ser avahîya HDP’ê û mala Hevseroka HDP’ê ya Taxa Eleban Mûzeyyen Înan de girtin. Piştê serdegirtinê, Mûzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hatin binçavkirin. Hat dîyarkirin Înan û kurê wê ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Midûrîyeta Ewlehîyê ya Şirnexê.