Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehlîyekirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehlîyekirin.
Danişîna doza Bayindir ku ji ber tev li 14 çalakî û aktivîteyan bûye û derbarê wî de îfadeya “şahidê veşartî” heye heta 15 salan ceza jê re tê xwestin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate li darxistin. Bayindir ê li dijî sûcdarîyan parastin kir, bi bîr xist ku di meha Kanûnê de ew û 14 hevserokên bajaran ên partîya wî hatin binçavkirin û anî ziman ku doza di encama vê operasyonê de hat vekirin, bêhiqûqî ye. Dadgehê piştî parastinan navbereke kurt da û biryara tehlîyekirina Bayindir da.