Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê Dr. Helene Krulich a hevjîna Abdûrrahman Qasimlo, li Parîsê wefat kir.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê Dr. Helene Krulich a hevjîna Abdûrrahman Qasimlo, li Parîsê wefat kir.
Helene Krulich a 89 salî ku di partîyê de bi navê "Xwişka Nesrîn" dihat naskirin, do li paytexta Fransa Parîsê jiyana xwe ji dest da. Helene Krulich di pirtûka xwe ya bi navê “Jineke ewropî li welatekî kurdan” de behsa demên dijwar ên jiyana xwe ya salên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.
Helene Krulich di sala 1934an de li Çekyayê ji dayîk bûye, di destpêka salên 1950î de bi Abdûrrahman Qasimlo re zewicî.
Abdurrahman Qasimlo di sala 1989’an de li Viyanayê di hevdîtina bi heyeteke Îranê re ji aliyê Îranê ve hat kuştin.