Li 81 bajaran ji bo xwendekarên ku pirsgirêkên wan ên tenduristîyê hene wê li her xala ku tê xwestin polên nexweşxanê werin vekirin.
Li 81 bajaran ji bo xwendekarên ku pirsgirêkên wan ên tenduristîyê hene wê li her xala ku tê xwestin polên nexweşxanê werin vekirin.
Di daxuyanîya nivîskî ya li ser mijarê de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer wiha got; ji bo kesên xwedî pêdivîyên taybet ên perwerdehîyê di hemû qadên jîyana civakî de hebin, ji derfetên perwerdehîyê yên wekhev sûd werbigirin û bi jîyana civakî re tevbigerin, hewl tên dayîn. Ji bo perwerdeya zarokên me yên ku ji ber pirsgirêkên wan yên tenduristîyê li malê an li nexweşxaneyê têne derman kirin, li 81 bajaran li her xala ku tê xwestin, bêyî ku tu ferqeke giştî-taybet hebe, em ê ‘pola nexweşxanê’ ava bikin, da ku zarokên me perwerdehîya xwe bidomînin.”