Di erdhejên navenda wê Mereş bû de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dan e her ku diçe zêde dibin.
Di erdhejên navenda wê Mereş bû de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dan e her ku diçe zêde dibin.
Serokê AFAD'ê Yûnûs Sezer, dîyar kir ku hejmara kesên di erdhejan de jîyana xwe ji dest dane, bi giştî derketîye 44 hezar û 374 kesan.
Sezer da zanîn ku heta niha 9 hezar û 990 erdhejên biçûk çêbûne û got, "Li nêzî 21 hezar avahîyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. Niha, em bi tevahî balê dikişînin ser rakirina kavilên avahîyê hilweşîyayî."