HDP'ê li navçeya Erxenîyê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, bal kişand ser şerên li herêmê.
HDP'ê li navçeya Erxenîyê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, bal kişand ser şerên li herêmê. Atasoy dîyarkir ku şerê ku 50 sal in li erdnîgarîya Kurd û Rojhilata Navîn destpêkirîye, bi aktorên nû didome. Parlamentera HDP'ê Remzîye Tosun, di kongreyê de axivî û bal kişand ser zext û êrîşên li hemberê partîya xwe. Tosun anî ziman ku êrîşên li dijî HDP'ê, êrîşa li dijî hemû Kurdan e. Tosun wiha got; “Ew çi dikin bila bikin, em ê paşve gav navêjin.” Di hilbijartina ku pêk hat de Şafak Demîroglu û Servet Pala wek hevserokên navçeyên partîyê hatin hilbijartin.