HDP: Desteserkirinên bêhiqûqî yên nûçegihanên MA û JINNEWS'ê bêhiqûqiya faşîzmê nîşan dide
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê operasyona li ser her du ajansên MA û JINNEWS de daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Desteserkirinên bêhiqûqî yên nûçegihanên MA û JINNEWS'ê bêhiqûqiya faşîzmê nîşan dide.”
HDPê di daxuyaniya xwe ya li ser twitterê belav kiriye de, serdegirtina ofîsên her du ajansan û desteserkirina nûçegihanên wan weke “bêhiqûqiya faşîzmê” bi nav kir û got, ev êrîşên li ser medyayê bi ser nakevin û daxwaza azadkirina rojnamevanên desteserkirî kir.
Herwiha HDPê eşkere kir: “Desteserkirinên bêhiqûqî yên nûçegihanên MA û JINNEWS'ê bêhiqûqiya faşîzmê nîşan dide. Em van êrîşên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin; demildest rojnamevan serbest berdin. Van êrîşan do bê encam bûn û îro jî wê bê encam bin!”