Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê daxuyand ku ew ê li AYM’ê di doza girtinê ya partîye de parastinê nekin.
Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê daxuyand ku ew ê li AYM’ê di doza girtinê ya partîye de parastinê nekin.
Di çarçoveya doza girtinê ya li dijî Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû vekirin de, biryar hat dayîn ku wê di 11'ê Nîsanê de parastina devkî bikin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, piştî ku serlêdana wan a ji bo doz bimîne piştê hilbijartinê hat redkirin, biryar girtin ku di 11'ê Nîsanê de partinê nekin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê dîyar kir ku heta piştê hilbijartinê nehiştina dozê tê wateya destwerdana hilbijartinên azad û adil. Komîsyonê daxwazname da AYM’ê da ku parastinê nekin.