Hat dîyarkirin ku 2 ciwanên bertek nîşanê qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan e, ji alîyê polîsan ve hatin binçavkirin û rastê îşkenceyê hatine.
Hat dîyarkirin ku 2 ciwanên bertek nîşanê qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan e, ji alîyê polîsan ve hatin binçavkirin û rastê îşkenceyê hatine.
Cîhan Aymaz di 3'ê Gulanê de li Kadikoya Stenbolê, ji ber strana "Olurum Tirkîye" ne xwendibû hat qetilkirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) 2 ciwanên bi navê Aydin Koçuk û Mehmet Îkto yên beşdarê bîranîna ku qetilkirina Cîhan Aymaz lê hat protestokirin bûn, piştê bîranîn û şermezarkirinê hatin binçavkirin û birin Qereqolê.
Hat îddîakirin ku Koçuk û Îkto di dema binçavkirinê de birine odeyeke bê kamera û li wir rastê tundîya polîsan hatine. Koçuk û Îkto ku danê êvarê sewqê Edlîyeya Kartal Anadoluyê hatin kirin, bi îdiaya ku li dijî polêsan rabûye li emnîyetê hatbûn ragirtin û ji alîyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.