Birêvebirê Hamasê Îsmaîl Hanîye got ku ew bi Îsraîlê re nêzê peymana agirbestê bûne.
Birêvebirê Hamasê Îsmaîl Hanîye got ku ew bi Îsraîlê re 'nêzîkî peymana agirbestê ne' û wan bersivên xwe gîhandine Qatarê ku di vê mijarê de navbeynkarîyê dike.
Hamas ragihand ku peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re wê Qatar ragihîne. Rayedarê Hamasê Îzzet El-Rişk ji televîzyona Al Jazeera re axivî û wiha got, "Di peymana bê kirin de, wê jin û zarokên Îsraîlî jî li berdêla berdana zarok û jinên Filistînî yên ku di girtîgehên Îsraîl a dagirker de ne, bên berdan."
Derbarê agirbesta demkî de Îzet El-Rişk got ku bazarîya hurgilîyên wek maweya agirbestê û alîkarîyên ku ji bo Gazeyê bên şandin, berdewam dike. Hikûmeta Îsraîl heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.