Buhayê zêr her ku diçe zêde dibe û grama zêr bi asta herî bilin a mehek dawî dest bi meha adarê kir.
Veberhênan û daxwaza zêr her ku diçe zêde dibe.
Grama zêr duh di asta 2044 lîreyê de bû, piştê roja ewil a Adarê û roja dawî ya bazirganîyê ya vê hefteyê bi zêdebûnê dest pê kir û derket 2062 lîreyê ku ev jî asta herî bilind a meha dawî ye.
Li Amedê grameke zêr saet di 11.15an da bi 2060,95 lîreyê, zêrê çaryek bi 3448 lîreyê û bazinê 22 qeral jî bi 1918,55 lîreyê hat firotin.