Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku li Gazeyê zarok ji birçîna dimirin, banga xwe ya ji Îsraîlê re ya "Ji bo gîhandina alîkariyên mirovî bi ewle û bi rêkûpêk" dubare kir.
Ghebreyesus got ku serdana WHO ya li nexweşxaneyên El Awda û Kamal Adwan ên li Gazeyê di dawîya hefteyê de pêk hat, piştê şerê Îsraîl-Hamasê ku di 7ê cotmehê de dest pê kir, yekem bû.
Ghebreyesus bal kişand ser çavdêrî û nirxên xwe, yên ku wî wekî "encamên bi êş" binav kir, "Nexwarina pir zêde, zarokên ku ji birçîna dimirin, tinebûna neft, xwarin û pêdivîyên bijîjkî, hilweşîna avahîyên nexweşxaneyê. Lê dermanê sereke yên ku ji hemû zarok û nexweşan re pêwîst e ‘aştî, agirbest’ e.”