Avakirina Fona Malbat û Ciwanan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê.
Bi rêziknameyê ji ciwanên ku wê bizewicin re 150 hezar lîre kredî ku 2 sal bê teqsîd e, wê were dayîn.
Pêkanîna sereke li bajarên ku di erdhêja 6’ê Sibatê de zirar dîtine wê dest pê bike. Serlêdanên ji bo fonê wê online bêne kirin. Mîqdara kredîyê her sal wê zêde bibe.