Îhaleya taxa Fabrîka ya ku di parsela Dokuzçeltik a ku par ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîra Amedê ve hatibû firotin û piştê bertekan hatibû betalkirin, di 20ê Tîrmehê de dîsa hat betalkirin.
Îhaleya taxa Fabrîka ya ku di parsela Dokuzçeltik a ku par ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîra Amedê ve hatibû firotin û piştê bertekan hatibû betalkirin, di 20ê Tîrmehê de dîsa hat betalkirin.
Îhaleya firotina taxa Fabrîka ya ku li parsela Dokuzçeltik a Şaredarîya Yenîşehîra Amedê ku yek ji qadên herî bi qîmet ê bajêr e, rojek berê hatibû kirin. Ji ber ku Mehmet Şîrîn Kiliç ê îhale girtibû şert û mercên di peymanê de nivîsandîbû bicîh neanîye, ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîrê ve îhale hat betalkirin. Bi betalkirina vê îhaleyê re, hat dîyarkirin ku firotina taxa Fabrîka cara 4emîn e ku tê betal kirin.