'Ezmûna Nivîskî ya Pêngava Hînkarîyê ya Mamosteyan' a ku wê di 19'ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve bê kirin, wê online bê lidarxistin.
'Ezmûna Nivîskî ya Pêngava Hînkarîyê ya Mamosteyan' a ku wê di 19'ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve bê kirin, wê online bê lidarxistin. Ji bo ezmûna ku di 25ê îlonê de dest pê kiribû wê îro demjimêr di 23.59an de serîlêdan bi dawî bibe. Ezmûne wê di 19ê Mijdarê demjimêr di navbera 10:00-13:00an de bê kirin.
Ezmûna online ya pîşeyî wê li gor dema Tirkiyê di heman demjimêrê de dest pê bike û di hema rojê de jî, wê bi dawî bibe. Di ezmûneyê de qê 100 pirs bi pênc vebijarkan bêne pirsîn û dema azmûnê dê 135 hûrdem be.
Pirs û bersivên ezmûnê wê di 20ê mijdara 2023an de bên weşandin û encam wê ji 24ê mijdara 2023yan pê ve li ser malperên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bê weşandin.