Li Êlihê zarokê ku qamyon lê qelibî jîyana xwe ji dest da.
Li Êlihê zarokê ku qamyon lê qelibî jîyana xwe ji dest da.
Do êvarê li ser rêya Êlih-Hezoyê siwareya ku li zarokê bi navê Eymen Tan ê 6 salî ku dixwest biçe cem dayika xwe ya li ser rê, qelibî.
Bi bandora lêdanê Eymen Tan bi metreyan hat kaşkirin û birîndar bû. Eymen ê ku rakirin nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan, di derengîya şevê de li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jîyana xwe ji dest da. Piştê karê otopsîyê, ji bo defin bikin cenazeyê zarok teslîmê malbata wî kirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat dest pê kirin.