Erxenî jî di nav de 25 navçeyên ku wek namzedên bajarbûnê tên dîtin, hatin ragihandin
Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) li Amed, Antalya, Mêrsîn, Wan, Mugla, Bursa, Edene, Enqere, Balikesîr û bajarên din 25 navçe wek namzedên ku bibin bajar tên hesibandin. Li gorê lêkolînê ji bo bibe bajar 8 pîvan hene, wek mînak nifûsa navçeyê herî kêm 100 hezar be û herî kêm 30 kîlometre dûrê navenda bajêr be. Li gorê daneyên TUÎK'ê navçeyên me yên herêmê yên wekê Erxenî, Korik, Gever, Elbîstan, Midyad, Cizîr, Erdîş û Sêwêregê pîvanên ku bibin bajar bi cîh tînin.