Meclisa Ermenîstanê pêşnûmeya 3'ê Tebaxê weke "Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan" qebûl kir.
Li gorî nûçeya Armenpressê, pêşnûmeya guhertina qanûna "Rojên Cejn û Bîranîna Komara Ermenistanê" bi 88 dengên erê bi yekdengî hat qebûlkirin.
Pêşnûme ji aliyê parlementerê êzidî yê ji Partiya “Peymana Sivîl” a desthilatdar Rustem Bakoyan ve hat pêşkêşkirin.Bakoyan bal kişand ser pêwîstiya bibîranîna qirkirina li ser gelê Êzidî û girîngiya danasîna vê karesata mirovî bi girseyên berfireh ên civakê re.
Parlamenter diyar kir ku di demên dawî de pêvajoya naskirina qirkirina li ser gelê Êzidî hatiye kirin, bi lez û bez ketiye. Zêdetirî 10 welatan û gelek saziyên navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jenosîda êzîdiyan nas kirine.
HABER MERKEZİ