Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sefera xwe ya navneteweyî ya 3 roj a ku di nav wan de Yekîtîya Emîrtîya Ereban (YEE) û Misirê jî heye dest pê kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sefera xwe ya navneteweyî ya 3 roj a ku di nav wan de Yekîtîya Emîrtîya Ereban (YEE) û Misirê jî heye dest pê kir.
Piştê 11 sal ev cara yekem e ku Erdogan serdana Qahîreyê dike. Erdogan ê ku duh êvarê çû YEE wê îro jî li Dubaîyê têkîlîyên xwe bidomîne. Ew ê di 14ê Sibatê de bi serdaneke fermî serdana Qahîreya paytexta Misirê bike.
Ev serdana Erdogan ku wê di 14ê Sibatê de li Qahîreyê bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re jî bicive, ji ber ku piştê sermaya navbera Tirkîye û Misrê ya di navbera 2013 û 2023an de ku car caran digihîşt asta "dijminatîyê", wek dîrokî tê dîtin.