Erdogan: "Êdî tu hêvî û bendewarîya me ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyîyê tune. Divê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bê reformkirin."
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji redkirina pêşnûmeya derbarê ragihandina agirbesta li Gazeyê de ku ji alîyê 13 welatan ve di Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin lê bi yek dengê Amrîkayê hat redkirin re bertek nîşan da.
Erdogan di daxuyanîya xwe da got, "Amrîka bi tena serê xwe agirbest red kir, edaleteke wiha tune. Êdî tu hêvî û bendewarîya me ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyîyê tune. Divê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bê reformkirin."