ENCAMÊN EZMÛNA KPSSÊ HAT DIYARKIRIN
Navenda Nirxandin, Hilbijartin û Bicîhkirinê (ÖSYM), Encamên Ezmûna 2022-KPSS yên Lîsansê hatin eşkerekirin.
Navenda Nirxandin, Hilbijartin û Bicîhkirinê (ÖSYM), Encamên Ezmûna 2022-KPSS yên Lîsansê hatin eşkerekirin. Di daxuyanîya ku ji teref ÖSYMê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên nirxandinê yên ji bo 2022-KPSSyê ku di 9ê Cotmeha 2022an de hatibû sepandin temam bûn. Hat destnîşankirin ku namzed dikarin ji navnîşana malmera fermî ya ÖSYMê bi nimreyên nasnameyê û şîfreya xwe encamên îmtîhanê hîn bibin.