Navenda Mafên Heywanan a Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, derbarê niqaşên cîyê ajal lê dîjîn de daxuyaniyek belav kir.
Navenda Mafên Heywanan a Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, derbarê niqaşên cîyê ajal lê dîjîn de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em weke parêzvanên mafên heywanan bi fikarî, xofa û tirsa ku piştî mirina zarokekî li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ji ber gotinên derew di civakê de çêbûye, dişopînin. Em ê rê nedin kesên ku di her fersendê de bi hinceta çanda civakê diparêzin, zerarê bidin cîyê ku ajal lê vedihewin.”