Li Îranê piştê mirina Mahsa Emînî çalakî hê berdewam in.
Elon Musk ji bo astengkirina înternetê ya li Îranê dîyar kir ku wê ûydûya Starlînkê aktîf bike. Li Îranê piştê mirina Mahsa Emînî ya 22 salî astengkirina înternetê jî bû rojev. Wezîrê Karên Derve yê ABD’ê Antony Blînken li ser twîtterê dîyar kir ku ew ji bo li Îranê astengîya li ser bikaranîna înternetê ji holê rabe û belavbûna agahîyan pêş bikeve xebat da destpêkirin. Her wiha CEO’yê ya Tesla û SpaceX Elon Musk twîta Blînkenê bersivand û got ku Starlînk tê aktîfkirin.