EKREM ÎMAMOGLÛ: NAMZEDÊ HER CHPYÎ SEROKÊ GIŞTÎ YE
Serokê Şaredarîya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de, derbarê namzedîya xwe ya serokomarîyê de daxuyanî da
Serokê Şaredarîya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de, derbarê namzedîya xwe ya serokomarîyê de daxuyanî da. Îmamoglu, dîyar kir ku ew ne namzetê serokomarîyê ye û wiha got: "Tiştekî bi navê Ekrem Îmamoglû tune ye... Namzedê her yek CHP'yî serokê giştî ye. Namzetê min jî Serokê Giştî ye."