DOZA “QIRKIRINÊ” YA ÎSRAÎLÊ WÊ SIBÊ LI ICJ DEST PÊ BIKE
Danişîna 2 rojan a derbarê daxwazên tedbîrên demkî yên doza "qirkirinê" ya ji alîyê Komara Afrîkaya Başûr ve li dijî Îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) hat vekirin, wê sibê dest pê bike.
Li gel ku binpêkirinên Îsraîlê yên hiqûqa navneteweyî li ser axa Filistînê ji 7ê Cotmehê ve dewam dikin, Afrîkaya Başûr bi vekirina dozê li dijî Îsraîlê gaveke girîng ji bo rawestandina binpêkirinan avêt. Afrîkaya Başûr ji ICJ daxwaz kir ku ji ber lezgînîya rewşê biryarek bide.
Di danişîna 11'ê Çile de parêzerên Afrîkaya Başûr û di 12'ê Çile de jî parêzerên Îsraîlî wê derbarê pêwîstîya tedbîran de ji dadwerên Dîwanê re pêşnîyarên xwe bikin.