Danişîna doza ku endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê dihatin darizandin hat taloqkirin.
Danişîna doza ku ji ber îfadeyên li ser pankart, afîş, dirûşme hatin qîrîn û muzîka ku di pîrozbahîya Newroza 2021'an de hate lêxistin de bi îdîaya "Binpêkirina qanûna bi hejmara 2911'an" hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Amedê hat dîtin.
Di danişînê de dozgerîyê xwest ku kêmasîyên di dosyayê de bên sererastkirin. Heyeta dadgehê piştê parastinan biryara xwe eşkere kir û danişînê taloqê 13'ê Adara 2024'an kir.