Li Dibistana Navîn a Kapakli Karaagaç Ataturk a Tekîrdag'ê ji ber ku ji pêşbirka TUGVA re xwendekar neşand, ji 6 mamosteyan re 15 cezayên cuda hate birrîn. 4 mamoste sirgûn bûn.
Li Dibistana Navîn a Kapakli Karaagaç Ataturk ji ber ku ji pêşbirka Weqfa Ciwanên Tirkîye (TUGVA) re xwendekar neşand û mamosteyek ji ber vê ceza girt, ji 6 mamosteyan re 15 cezayên cuda hate birrîn.
Li gor nûçeya Berkay Sagol ji BîrGûnê, Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajêr a Tekîrdagê derbarê midûrê dibistanê de tu tedbîr negirt, lê ji 6 mamosteyên ku gilî kiribûn re cezayên wek hişyarî, berterefkirin û qutkirina mûçe bi giştî 15 cezayên cuda hatin birrîn.
Her wiha 4 mamoste jî sirgûnê navçeyên cuda hatin kirin.