Otobusên şaredarîyê yên ku diçe Pasûrê hat zêdekirin û bû 2 heb. Otobusa nû îro dest bi xizmetê kir.
Xizmetên otobusên hatûçûnê yên şaredarîyê yên ku xizmetê didin navçeya Pasûrê hatin zêdekirin.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatîyan, hejmara otobusên hatûçûnê yên cemawerîyê yên ku xizmeta navçeya Pasûrê dikin, derxist 2yan.
Midûrtîya Giştî ya Hatûçûnê bi nirxandina daxwaza welatîyan biryar da ku li ser rêya Amed-Pasûr hejmara otobusên hatûçûnê ku berê yek bû, bibe 2.
Otobusa ku îro dest bi xizmetê kir wê di navbera Amed û heta gundê Cumara ya Pasûrê de here û were.