Li Tirkîyeyê di serfkirina ceyranê de rekoreke nû hat şikandin.
Li gorî daneyên ji Şrîketa Veguheztina Elektrîkê ya Tirkîyeyê hatine berhevkirin, do li Tirkîyeyê bi rojane milyonek û 132 hezar û 567 megawat/saet enerjîya elektrîkê ya herî zêde ya salê, hat tomarkirin.
Bi vê awayê di rekora ku di 26ê Tîrmehê de bi milyonek û 131 hezar û 7 megawatt/saetê di xerckirina ceyranê de hatibû şkestin, derbas kir.
Li gor saetan herî zêde di demjimêr 15:00’an de bi 54 hezar û 130 megawatt/saetê û herî kêm jî demjimêr di 07:00’an de bi 37 hezar û 552 megawatt/saetê hatîye bikaranîn.