Hat ragihandin ku di pevçûna ku di navbera komên Filistînî yên bi pêşengîya Hamas û Îsraîlê dewam dike de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane hezar û 300î derbas kirîye.
Hat ragihandin ku di pevçûna ku di navbera komên Filistînî yên bi pêşengîya Hamas û Îsraîlê dewam dike de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane hezar û 300î derbas kirîye.
Îsraîl danê nîvro ragihand ku herî kêm 73 leşker jî di nav de hejmara kuştîyan li welat derketîye 800î û hejmara birîndaran jî ji 2 hezar û 500î zêdetir e. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de hejmara kuştîyan 500î derbas kir.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku zêdeyê 2 hezar kes birîndar bûne.
Zêdeyê 300 hezar leşkerên Îsraîlî ji bo amadekarîya operasyoneke bejayî li ser sînor kom kirine. Îsraîl ji her alî ve çend êrîşên esmanî li Gazzeyê dan.
Her wiha hat ragihandin ku şervanên Hamasê ji Gazzeyê derbasê Îsraîlê bûne.
Berdevkê artêşa Îsraîlî Albay Richard Hecht ragihand ku hin çekdarên Hamasê hê jî dikarin derbasê Îsraîlê bibin.