Wekîlê midûrê Şaredarîya Sûr'ê di lêpirsîna bêrêtîyê de ji wezîfeyê hat girtin.
A.B.yê ku wekîlîya midûrê Şaredarîya Sûrê dikir, di çarçoveya lêpirsîna bêrêtîyê de ji wezîfeyê hat girtin.
Di lêpirsîna bêrêtîyê ya ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hat kirin de A.B. ku li şaredarîyê Wekîltîya Midûrê Muhasebeyê dikir de lêpirsîn hat vekirin.
A.B.yê ku di serdema Qeymeqamê Sûrê yê berê û qeyûm Abdullah Çîftçî de dest bi wezîfeyê kir, li Şaredarîya Sûrê wekê Midûrê Muhasebeyê dixebitî.
Derbarê mijarê de ji alîyê şaredarîya Sûrê û qeymeqamtîyê ve ti daxuyanî nehat dayîn.