Di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de mamosteyan li ber Wezareta Perwerdehîya Neteweyî hatin cem hev û gotin, "Em nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe biparêzin, nikarin bijîn."
Di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de mamosteyan li ber Wezareta Perwerdehîya Neteweyî hatin cem hev û gotin, "Em nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe biparêzin, nikarin bijîn."
Sendîkaya Egîtîm-Îş îro li seranserê welat rojekê rawestana kar li dar xist. Mamosteyan li navendên bajaran daxuyanîyên çapemenîyê dan, li Enqereyê jî li ber Wezareta Perwerdehîya Neteweyî hatin cem hev.
Serokê Egîtîm-Îş Kadem Ozbay li vir daxuyanî da û got, "Rêveberan wê îro bikevin rêzê û ji mere bêjin 'heqê we nayê dayîn’, bi rastî jî heq û mafên me nadin."