Di qezaya trafîkê ya do bi şev a li Çêrmûgê de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 4 kesan.
Di qezaya trafîkê ya do bi şev a li Çêrmûgê de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 4 kesan.
Di qezaya trafîkê ya ku do bi şev li Taxa Bariş a navçeya Çêrmûgê ya Amedê qewimî de, siwareya ku ajokarê wê Mehmet Can Gedîk bû, ji ber ku kontrola dîreksiyonê winda kir, qelibî.
Di qezayê de Mehmet Can Gedîk û Emîrhan Gedîk jiyana xwe ji dest dabûn, 4 kes jî birîndar bûbûn.
Umut Gedîk ê 14 salî û Mûsa Gedîk ê 10 salî ku di qezayê de birîndar bûbûn îro li pey hevdû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan derket 4 kesan. Dermankirina 2 kesên di qezayê de birîndar bûne jî li nexweşxaneyê berdewam dike.