DI PROJEYA MALA MIN A EWIL DE JI BO ERDAN HELBIJIRÎ ÎRO DEST PÊ DIKE
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum dîyar kir ku di projeya "Mala Min a Ewil, Cîhê Karê Min a Ewil" de helbijirî ya 1 milyon erdên ji bo avahîyan wê îro dest pê bike.
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum dîyar kir ku di projeya "Mala Min a Ewil, Cîhê Karê Min a Ewil" de helbijirî ya 1 milyon erdên ji bo avahîyan wê îro dest pê bike.
Wezîr Kurum derbarê mijarê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Me bi projeya Mala min a Yekemîn di 85 rojan de li 71 bajaran xwedîyê 182 hezar û 599 xanîyên xwe dîyar kirin. Niha jî di rêzê de erdên me hene. Em ê dest bi helbijirî ya 1 milyon erdên xwe ya ku hemû binesazîya wan amadeye bikin. Ser xêrê be.”