Li gor pêşnûmeya budçeya sala 2023an a ku pêşkêşê Meclisê hat kirin, Serokkomar Erdogan wê wek berê stendina 100 hezar TL meaş bidomîne.
Li gor pêşnûmeya budçeya sala 2023an a ku pêşkêşê Meclisê hat kirin, Serokkomar Erdogan wê wek berê stendina 100 hezar TL meaş bidomîne. Dema ku butçeya Serokkomarîyê ji sedî 60 bê zêdekirin û bibe 6 milyar û 637 milyon TL, lêçûna Serokkomarîyê ya rojane wê derdora 18 milyon TLyî be. Li gor agahîyên di pêşnûmeyê de hat ragihandin, Erdogan ê ku di sala 2022'an de mehane 100 hezar û 750 lîre distîne, wê di sala 2023'an de jî heman meaşê bigire. Ji bo tevahîya salê milyonek û 209 hezar TL ku ji bo Serokkomarîyê dihat texsîskirin jî wek xwe ma.