Hevserokê berê yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Bunyamîn Şeker û endamê Komîsyona Girtîgehê yê OHDê Firat Taşkîn ên ku di operasyonên 25’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, operasyonên berîya hilbijartinê weke operasyona "sîyasî" nirxand.

ROJNAMEVANAN OPERASYON WEK “SÎYASΔ BI NAV KIR Û NIRXANDIN
Çend roj berîya hilbijartinê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîyê de rojnamevan, sîyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de 145 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 51 kes hatin girtin û 94 kes jî serbest hatin berdan.
Bunyamîn Şeker derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Bêyî ku derbarê sazîyê de biryara lêgerînê bê dayîn, dozger li sazîyê lêgerîn da kirin.
Dest danîn ser muracatên ji bo raporên îşkenceyê û dest danîn ser name û serlêdanên me yên ji girtîgehan hatine şandin.
Armanca wan ew e ku gel çavtirsyayî bikin û çalakvanên mafên mirovan bitirsînin.
ŞEKER: JI BO GUHERTINA HIKÛMETÊ EM Ê LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN
Li Tirkîyeya ku qanûn lê nemaye, em ê ewlehîya sindoqan biparêzin da ku ev hêza edalet anîye vê astê ji holê rabe.” Şeker, anî ziman ku çapemenîya alîgirê hikûmetê, bêhiqûqîya li Tirkîyeyê nîşan nade û wiha got, “Çapemenîya alîgir, veguherîye amûra propagandaya hikûmetê.
Çapemenîya Azad ku berovajî vê yekê dike ji lew bûye hedef.”