Hindekarê Beşa Endezyariya Înşaatê ya Zanîngeha Gaziyê û Pisporê Rêveberiya Afatê Doç. Dr. Bulent Ozmen da zanîn ku di 6ê Sibatê de ji ber du erdhêjên ji hev cûda qewimîn, di nîvê salê de 52 hezar û 993 erdhejên ji 4 û jê mezintir çêbûne.

Ozmen dîyar kir ku erdhêjên ku di 6ê sibatê de li pey hev qewimîn, li dinyayê mînaka wan tune ye û wiha got: "Gelek bikêrhatî ye ku dersên ku ji van herdu erdhejên mezin hatine derxistin, li meclîsa erdhêjê ya ku zanistî û sazî tê de ye bên nîqaşkirin.
Geşedanên li cîhanê û welatê me wê bi berfirehî werin nîqaşkirin. Avakirina Wezareta Karesat û Guhertina Avhewayê wê piştrast bike ku xebat pir bi bandortir têne meşandin.”