Di şerê ku li Kayapinarê di navbera du malbatên xizmên hev de derket de 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.,
Li navçeya Kayapinara Amedê di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket û di demek kin de veguherî şerê bi kevir, dar û kêran.
Di bûyerê de M.D. û F.D. bi kêran, M.D.’yek din jî bi derbên daran ji serê xwe birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê bûn. Hat dîyarkirin ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê rewşa 2 kes giran e û xetereya jîyana wan didome.
Polêsan li derdora tax û nexweşxaneyê parastina berfireh girtin.