Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên meha Mijdarê yên rapora ku her meh bi rêkûpêk amade dike, eşkere kir.
Li gorê raporê di meha Mijdarê de 24 jê bi awayek gumanbar, 33 jin hatine qetilkirin.
Ji 33 jinên hatin qetilkirin 9 jê bi hincetên weka hevberdanê, aştîyê nepejirandin, nezewicîn, nehiştina têkîlîyê, 2 jin bi hincetên aborî û 1 jî bi dayîka xwe re ji ber dayîka xwe diparêze hatin qetilkirin. Her wiha hat dîyarkirin ku sedema qetilkirina 21 jin nehatîye hînbûn.