Di operasyon û kontrolên ewle ku di meha Çileyê da li Amedê hatin kirin de 71 çekên bê ruxset hatin bidestxistin û ji 222 gumanbaran 16 kes hatin girtin.
Di meha Çileyê de li Amedê bi dehan çekên bê ruxset hate desteserkirin. Di operasyon û pêkanînên ewlehîyê yên ku di meha Çileyê da ji alîyê ekîbên girêdayê Midûrîyeta Emnîyetê ya Amedê ve hatin kirin de 71 demançeyên bê ruxset hatin bidestxistin.
Ekîban, 87 kesên fîrarî û 135 gumanbar ji ber sûcê narkotîkê girtin. Ji gumanbaran 16 kes ji alîyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.