Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) bernameya dersa "zanîna hiqûqa bingehîn" a ku di dersên hilbijartî yên lîseyan de cîh digire amade kir.
Dersa ku di polên 10, 11 û 12emîn ê lîseyê de hefteyekê 2 saetan bi tevahî 72 saetan perwerdehîyê digire, xistin nav çarçoveya dersên hilbijartî.
Bernameya dersa "Zanîna Hiqûqa Bingehîn" armanc dike ku ji şagirtan re xwendin û nivîsandina qanûnî bide zanîn.
Di beşa "Hûn dixwazin beşdarê pratîka doza hîpotezê bibin" ya dersê de, xwendekar wê li ser mijarên ku di çarçoveya hiqûqa giştî û hiqûqa taybet de hatine destnîşankirin dosyayek dozê û rola lîstikê amade bikin.