Hat îdiakirin ku girtîyekî li Girtîgeha Alanyayê, digel ku nexweş e sewqê nexweşxaneyê nehatîye kirin û li qawîşê mirî hatîye dîtin.
Hat îdiakirin ku girtîyekî li Girtîgeha Alanyayê, digel ku nexweş e sewqê nexweşxaneyê nehatîye kirin û li qawîşê mirî hatîye dîtin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Alanyayê girtîyê bi navê K.S di 11’ê Hezîranê de li qawîşa ku lê dihate girtin mirî hatîye dîtin.
Hat îdiakirin ku K.S. yê 2 sal in ji ber sûcê “Tiryakê” girtî bû, di 5’ê hezîranê de ji ber vereşîn û bêhalîyê hefteyekê çûye revîrê û hatîye, lê sewqê nexweşxaneyê nehatîye kirin. Hate ragihandin ku nexweşîyên tansîyon, şekir û kolesterol ên K.S. hebûn, tevî ku gelek caran xwestîye sewqê nexweşxaneyê bê kirin jî daxwaza wî nehatîye bicihanîn.
Rêvebirîya Hepsê derbarê mijarê de agahî neda.