Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 779’emîn a çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 779’emîn a çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.
Di çalakîya vê hefteyê de, kiryarên Mehmet Emîn Abak ê di 14'ê Çileya 1995'an de li navçeya Qosera Mêrdînê di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn.
Çalakîya ku wêneyên kesên bi kiryar nedîyar hatin qetilkirin û kesên bi darê zorê hatin windakirin hatin hilgirtin, bi xwendina çîroka Mehmet Emîn Abak û çalakîya rûniştinê ya 1 xulek bi dawî bû.