NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 775’AN DE FAILÊ MAHMUT ONERARI HAT PIRSÎN

Di hefteya 775'an a "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" ya Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, failê Mahmut Onerari ê ku 27 sal berê li Licê di bin çavan de bi zorê hat windakirin û piştre hat qetilkirin pirsîn.

DI HEFTEYA 775’AN DE FAILÊ MAHMUT ONERARI HAT PIRSÎN

Di hefteya 775'an a "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" ya Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, failê Mahmut Onerari ê ku 27 sal berê li Licê di bin çavan de bi zorê hat windakirin û piştre hat qetilkirin pirsîn.

 

 

Endamê Lîjneya Rêveberîya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Yakup Guven di çalakîyê de axivî û wiha got, "Em careke din li vir in û aqûbeta mirovên xwe yên ku di bin çavan de hatin windakirin, bi kuştinên kiryar nedîyar ve ji malbatên wan hatine dûrxistin û piranîya wan ku gorên wan nedîyar e bipirsin û ji bo ku sûcdar bên cezakirin. Van windahîyan dema ewil winda bûn ji bo malbatên wan tenê şîn û êş bû.

Lê bikaranîna sîstematîk a vê bûyerê weke polîtîkayeke dewletê û windakirina bi darê zorê ya sivîlên Kurd, parêzvanên maf û sîyasetmedaran nîşanê me da ku ev bûyer ne yekser bûne. Pirsgirêkeke din a windakirina bi darê zorê jî ew e ku malbatan hê jî xwe nikarin bigihîjînin cenazeyan. Em daxwaz dikin ku malbat bigihîjin cenazeyên xwe, em dîyar dikin ku ev pirsgirêk tenê bi rojên reş ên salên 90'î re sînordar nine.

" Endamê Lîjneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş, çîroka windabûna Mahmut Onerari parve kir û dîyar kir ku Onerari di 8'ê Berfanbara 1996'an de ji alîyê polêsên sivîl ve bi zorê hatîye binçavkirin û lê ji malbata Onerarî re di serlêdanên wan de hatîye gotin ku ew ne girtî ye. Demîrtaş, anî ziman ku cenazeyê Mahmut Onerari di 23'ê Berfanbarê de ku bi hale gule bera serê wî dane hatîye dîtin û dîyar kir ku di hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê de ti encamek bi dest nexistine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.