Rûniştina doza zaroka dema hêj 6 salîbû hatîye zewicandin û rastê îstîsmarê hatîye, îro tê dîtin û tê payîn ku biryar bê dayîn.
Rûniştina doza zaroka dema hêj 6 salîbû hatîye zewicandin û rastê îstîsmarê hatîye, îro tê dîtin û tê payîn ku biryar bê dayîn.
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Zîya Gumuşel, zaroka xwe ya 6 salî ya bi navê H.K.G bi Kadîr Îsteklîyê 29 salî re bi nîkaha olî zewicandibû. Derbarê zaroka ku rastê îstîsmar û destdirêjîyê hatîye Bavê wê Yûsûf Zîya Gumuşel, Kadîr Îsteklî û dêya wê Fatma Gumuşel tên darizandin. 4'emîn danişîna doza ku Yusuf Zîya Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî ne û dayik Fatima Gumuşel tê darizandin îro danê sibê demjimêr di 09.30'an de dest pê kir. Tê payîn ku di rûniştina li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê tê dîtin de biryar bê dayîn.